• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Enqereyê Barzanî û Erdogan pêvejoya aşitiyê nirxand

Gulan Media February 19, 2015 Nûçe
Li Enqereyê Barzanî û Erdogan pêvejoya aşitiyê nirxand
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, nivroya roja pêncşemiyê 19.02.2015ê li Enqereyê ji aliyê Receb Teyb Erdogan serokomarê Tirkiyeyê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de dawî rewş û pêşhateyên deverê bi giştî, şerê dijî terorê li Îraq û herêma Kurdistanê, berxwedana mêrxasane ya pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî terorîstên DAÎŞê, lihevhatina vê dawiyê ya navbera Hewlêr û Bexdayê, pêşdebirin û berfirehkirina têkeliyên Kurdistan û Tirkiyeyê di hemû waran de, girîgîdan û berdewamkirina hevkariya di warê enerjî, bazirganî û aborî de û çend mijarên din hatin gotûbêj kirin.

Di civînê de bi dirêjî behsa pêngavên pêvejoya çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê hat kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî tekîd li ser giringiya pêvajoya aşitî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê kir û got ku, ji bona serkeftina pêvajoya aşitî û çarseriyê, hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bi her awayî hevkarî û piştevaniyê bike, serkeftina pirosesa aşitî û çareseriya pirsa kurd li Tirkiyeyê di hemû waran de dê xizmeta pêşkeftin, avadanî û aramiyê bike.

Di civînêde ji aliyê herêma Kurdistanê ve, cîgirê serokwezîr, wezîrê êkonomî, wezîrê pilandananê û wezîrê samanên xwezayî amade bûn.



Top