• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hoşyar Zêbarî amade ye dest ji kar berde

Gulan Media February 19, 2015 Nûçe
Hoşyar Zêbarî amade ye dest ji kar berde
Wezîrê Darayî yê İraqê Hoşyar Zêbarê tekez kir ku eger bi awayê niha danûstandin ligel beşa butçeya Herêma Kurdistanê bê kirin dest ji kar berdide.

Derbarê vê mijarê de Serokê Fraksyona Komeleya Îslamî li Parlamentoya İraqê Ehmed Hacî Reşîd ji BasNewsê re got: ‘’Hoşyar Zêbarî behsa wê yekê kir ku dest ji postê xwe berde.’‘

Ehmed Hacî Reşîd wiha axifî: ‘’Kek Hoşyar di civîna dawî ya ligel me de wek serokên fraksyonên parlamentoyê bi awayekî eşkere ji me re got ku eger wek niha danûstandin ligel beşa butçe û meaşê fermanberên Herêma Kurdistanê were kirin, wê demê dest ji kar berdide.’‘

Li gor Ehmed Hacî Reşîd, Zêbarî gotiye ku eger rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bi wî awayê ku biryar li ser hatiye dayîn neyê cîbicîh kirin, meaşê fermanber û beşa butçeya Kurdistanê neyê şandin, ew dê dest ji kar berde. Lê bi baweriya Ehmed Hacî karekî wiha bi biryara siyasî ya Herêma Kurdistanê ve girêdayî ye.

Roja 15ê Sibatê şandeka Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî çû Bexdayê, lê belê li ser neft, şandina beşa butçe û meaşê fermanberên Kurdistanê ti rêkeftinek nehat kirin.

Basnews
Top