• Tuesday, 17 February 2026
logo

Kobanî: 6 gund û girên stratejîk hatin rizgarkirin

Gulan Media February 19, 2015 Nûçe
Kobanî: 6 gund û girên stratejîk hatin rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, 6 gund û hin girên stratîjîk ên Kobanî ji çekdarên DAIŞê hatin paqijkirin.

Şer û operasyona rizgarkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê didome.

YPGê ragihand ku di 24 saetên borî de şervanên wan karîne komek gund û girên stratejîk ji DAIŞê bistînin.

Li gorî daxuyaniya YPGê, li eniya rojavayê Kobanî şervanên YPGê gundên Geteş, Berkel Keçelo û girê Zagrosê ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Li eniya başûrê rojavyayê Kantonê jî şervanên YPGê gundên Piling û Şemê rizgar kirin. Li engiya Rojava jî gundê Xirûs ji terorîstên DAIŞê hat standin.

Li engiya Rojhilat jî şervanên YPGê gundê Kurikê ji terorîstan rizgar kirin û hin girên stratîjîk li derdora kargeha çîmento û 2 kargehên keviran li ji terorîstan rizgar kirin. Şer û pevçûn li vê herêmê dewam dikin.

Şervanên YPGê li ser riya gundê Axbaş û Xanê yên rojhiltê Kantonî jî çalakiyek li dar xistin, di encamê de tirimbêleke terorîstên DAIŞê hat rûxandin, hejmara û komek çedar tê de hatin kuştin.

Rudaw
Top