Amerîka û Tirkiye derbarê Pêşmerge de rêkeftin
Her di wê raportê de ahtiye ku “Leşkerên Tirkî ji meha Mijdara sala par ve, perwerdekirina leşkerî ya taybet bi Hêzên Kurdî yên Bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) dikin û di hefteya borî de jî, şandeka leşkerî ya Amerîka gehîşt Tirkiyê û serdana bingeha Hîrfanlî kir û di dawiyê de, herdu alî li ser wê yekê rêkeftin ku, perwerdekirinê li wê bingehê bikin”.
Her di vê derbarê de, berpirsekî Tirkî ragihand ku, wê çend gerên perwerdekirinê bi beşdariya 30 leşkerên Amerîkî encambidin û her yek ji wan wê 200-300 endamên mixalefeta Sûriyê li xwe bigre ku, piraniya wan ji Tukmaman pêkhatine.
Wî berpirsî, armanca encamdana wê perwerdekirinê ji bo wê yekî vegerandiye ku, dixwazin bi hêzên perwerdekiriyên mixalefta Sûriyê bikrabin bi kirdarî bingehekê li bakurê Sûriyê avabikin ji bo ku, koçber bikrabin vegerin û jiyaneke normal li wan navçeyan bijîn.
Basnews
