• Tuesday, 17 February 2026
logo

Besre aleke taybet ji xwere diyar kir

Gulan Media February 19, 2015 Nûçe
Besre aleke taybet ji xwere diyar kir
Çalakvan û siyasetmedarên parêzgeha Besre aleke taybet ji xwe re diyarkirine, herwiha 100 hezar îmze ji bo bidestxitina mafên atonomî kom kirine.

Ev çend salin ku bajarê Besre ji dest piştguhxistinê dinalêne, bi curekî nasnava Vînîsiya Rojhilt, ji dest daye.

Niha rûniştvan û çalakvanên wê parêzgehê, guvaşê bêhtir dikin ji bo ku, bibin xwedan mafên atonomî bo parêzgeha xwe ku parêzgeha herî dewlemend a Iraqê ye û hejmara rûniştvanên wê nêzîkî 3 milyon kese.

Siyasetmedarên bajarê Besre jî di wê baweriyê de ne ku, avakirina dewletekî bo Besre ku xwedan maf û desthilata atonomî be çareseriya herî baş e, lê ev daxwaz û fişarên wan, kelemeke mezine li pêş Serokwezîrê Iraqê ku, hewildaye ji bo ku Iraq perçe perçe nebe, bi taybetî piştî ku DAIŞ di Havîna borî gelek navçeyên Iraqê kontirolkirin.

Ev hewlên çalakvanên bajarê Besre di demekê de ye ku, sînorên wê navçeyê radikin, ew sînorên ku hêzên Împiryalîst danîbûn bê ku guhbidin aliyên civakî û rûniştvanan, ev jî taqîkirineke nû ye bo wan hukûmetên navendiyên ku piştî hilweşandina Împratoriyeta Osmanî, desthilatdariya xwe biser Rojhilata Navîn de sepandibû.

Besreyî çavên wan li wê yekê ne ku, bigehêjin asta Herêma Kurdistanê, ji bo vê armancê jî karekî pir kirine, ji wane jî dest bi dîzayinkirina Alayekî kirine ku, du dest têde ne û dilopek petrol hilgirtine, ev jî amajeyeke ku Besre wek pêwîst fêde ji petrola xwe wernegirtiye.

Ji Payîza borî ve û heta niha, hilmeta komkiirna îmzeyan ji bo bi herêmbûna Besre berdewame û niha hejmara îmzeyan gehîştiye 100 hezar îmze.

Basnews
Top