• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Urdin li Hewlêrê kir

Gulan Media February 18, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Urdin li Hewlêrê kir
Îro çarşem 18.02.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn, pêşwaziya birêz Fayiz Xurî Konsolê Urdin li Hewlêrê kir ku ji bo dawî hatina erkê xwe û ji bo xatir xwestinê serdana Serok Barzanî kiribû.

Di destpêka hevdîtinê de Konsolê Urdin xweşhaliya xwe bi vê hevdîtinê derbirî û spasiya Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di dema karkirinê da li Hewlêrê hevkar û piştevanê wî bûne. Her wiha bi girîngî ve behsa peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê kir û surbûna welatê xwe ya li ser parastin û pêşxistina zêdetirê wan peywendiyan kir.

Li beranber da Serok Barzanî destxweşiyê li Konsolê Urdinê kir ku di dema karkirinê li Hewlêrê roleke wî ya baş li pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Urdinê de dîtiye û tekez jî kir ku rewşa niha ya navçeyê pêwîstî bi hevkarî û hemahengiya zêdetir heye û asta peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Urdinê jî bilind nirxand.

Serok Barzanî hêvî jî xwest Konsolê Urdin li karê xwe yê nû da serkeftî be.
Top