Barzanî hejmara şehîdan diyar kir
Duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir û hevdîtinek ligel fermandarên Hêzên Pêşmerge pêk anî. Li gorî agahiyên Rûdawê Barzanî wê hevdîtine de got heta niha di şerê li dijî DAIŞê hezar û 50 pêşmerge şehîd ketine lê ji niha û pê ve dijminê bedelek giran bidin.
Barzanî diyar kir ku rola Hêzên Pêşmege li lûtkeya ewleyê ya li Munichê bilind hat nirxin û hemû dewletan ji bo alîkaiyên zêdetir nêrînên erênî ragihandine.
Serok Herêma Kurdistanê Barzanî derbarê Pêşmergeyên dîl ketîn de jî wiha got: “Ev mijarek din a girîng e û dilê me hemûyan bi dişewite. Ji bo rizgarkirina wan pêşmergeyên dîl ketîn di destê terorîstan de çi ji destê me bê emê bikin.”
Barzanî anî ziman ku ew kesên ku dibin sedema pêşmerge şehîd dibin û keyfa xwe ji wê yekê re tînin dê bên cezakirin.
Duhî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi mebesta agahdarbûn li rewşa siyasî û ewlehî û îdarî ya bajarê Kerkûkê û agahdarbûna li rewşa meydanî ya eniyên şer serdana Kerkûkê kir û li wir ligel fermandarên Hêzên Pêşmerge û berpirsên eniyên Pêşmerge civiyabû.
Rudaw
