Mesrûr Barzanî li gel tîmeke nûjdarên Urdinî civiya
Mesrûr Barzanî pêşwaziya tîmeke nûjdarên nexweşxaneya meydanî ya Urdinê kir.
Îro Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî pêşwaziya tîmeke nûjdarên nexweşxaneya meydanî ya Urdinê kir ku ji her yek ji Fermandar Fewaz Eyad, Efserê peywendiyan Asim Elmecalî û Efserê peywendiyên giştî Ude Elcehe pêk hatibû.
Di destpêka hevdîtinê de Mesrûr Barzanî jiber hewl û çalakiyên tîma han spasiya wan kir û got: Em weke Kurdistan spasiya celaleta Melik Ebdulah dikin bo erkdar kirina tîma nûjdarên Urdinî bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge, di demekî de ku me pêdiviyeke zêde bi hevkarî hebû.
Mesrûr Barzanî got: Peywendiyên navbera Kurdistan û Urdina Haşimî û Melik Ebdulah gelek bihêzin û Melik tişta ku jê hatibe bo Kurdistanê kiriye û ew yek jî cêyê rêza gelê Kurdistanê ye û em dixwazin peywendiyên heyî bihêztir bikin.
Di beşeke din ya hevdîtina han de heyeta mêwan spasiya Mesrûr Barzanî kir bo afirandina derfeta hevdîtina han û eşkere kir armanc ji serdana me bo Kurdistanê ewe daku ji nêz ve xizmeta hêzên pêşmerge bikin.
Heyet herwiha behsa çawetiya damezrandina nexweşxaneya han û çalakiyên tîma nûjdaran yên ku di demên derbasbûyî de li Kurdistanê de cîhbicîh kirine kir û got: Heta niha emeliyatên curbicur kirine û 91 hezar nexweş çareser kiriye û em bi hatina xwe bo Kurdistanê gelek kêfxweşin û her tiştek ku ji me were emê bo Kurdistanê bikin.
Li hember de jî Mesrûr Barzanî spasiya tîma han kir ku karîne xizmeta hêzên pêşmerge bikin û hijmareke pêşmergeyên birîndar jî çareser bikin û rola wan bi roleke girîng wesif kir û got: Hun li welat û di nava kesûkarên xwe dene.
Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa pêdiviyên nexweşxaneya meydanî ya Urdinî hatin giftûgokirin û Mesrûr Barzanî daxwaz ji aliyên têkildar yên Kurdistanê kir daku hevkariya nexweşxaneya han bikin.
Nexweşxaneya meydanî ya Urdinê yaku ji 18 kilînik û beşan pêk hatiye meha Temûza sala derbasbûyî bi fermana Şahê Urdinê bo hevkarî kirina hêzên pêşmerge li Kurdistanê de hatiye damezrandin û heta niha çendîn çareseriyên nûjdarî jî pêk aniye.
