Kemal Kerkûkî: Ereban ji pişt ve teqe li Pêşmerge kirin
Kemal Kerkûkî ku berpirsê bereya rojavayê Kerkûkê ye û di wî şerî de beşdar bû, di vê hevpeyvînê de diyar dike ku da metirsiya DAIŞê li ser Kerkûkê nemîne, divê 36 kîlometran ji navenda bajarê Kerkûkê bê dûrxistin. Herwiha tekez dike ku, di şerê beriya çend rojan de, hin kesên ereb ji pişt ve teqe li Pêşmerge kirin.
Rûdaw: Niha DAIŞ çiqasî ji Kerkûkê dûr e?
Kemal Kerkûkî: Li hinek cihan 24 kîlometran û li hinek cihan 26 kîlometran ji navenda bajarê Kerkûkê dûr in.
Divê DAIŞ çend kîlometran ji Kerkûkê dûr bikeve heta metirsî li ser Kerkûkê nemîne?
Divê li ser sînorê Kurdistanê nemîne û pir jî ji sînoran bê dûrkirin. Wê çaxê metirsî kêm dibin. Herwiha ew kes jî bên dûrkirin ku mîna DAIŞê rêza me nagirin, divê herin derveyî navçeyên Başûrê Kurdistanê. Lê niha divê heta riya Dola Petrolê ku 36 kîlometr e bên dûrxistin da ku Kerkûk aram bibe.
Garantî heye ku bûyerên 29.01.2015 careke din dubare nebin?
Em di şer de ne û kes nikare vê garantiyê bide. DAIŞ dijmin e û dijminekî hovane ye jî. Çek û teqemeniyên artêşa Iraqê bi wan re ne. Pereyên bankên Mûsil û Reqayê bi DAIŞê re ne û sûd ji petrola deverê wergirtiye. Lewma nabe em wan biçûk bibînin. Hinek erebên deverê jî sîxurî û hevkariya DAIŞê dikin. Lewma divê ji Kurdistanê bên qewitandin. Lê em gelê xwe piştrast dikin ku em bi şev û roj hazir in û navçeyên dijmin bombebaran dikin.
Tirsa we ji erebên dorhêlê jî heye?
Ez nabêjim ji hemûyan, lê belê tirsa me ji beşekî ji wan heye. Di şerê beriya çend rojan de, hin kesên ereb ji pişt ve teqe li Pêşmerge kirin. Li hêla Xebazeyê, ereban DAIŞ anîn û em bi zorê wê deverê dibînin, lê belê DAIŞ wek teyrikan xwe gihand wê derê.
Kî berpirsyar bû ku DAIŞ bi vî rengî li Kerkûkê bi pêş de hat?
Ez vê naxim stûyê kesekî. Em du bere ne û li tenişta hev in. Hêz hevbeş in. Hêza Yekê ku şehîd Şêrko Fatih serdariya wê dikir, gava ku şehîd ket bandoreke pir mezin li ser çeperên din çêkir û DAIŞ li wî milî bi pêş de hatin û dûre bi otomobîlên zirîpoş li gundê Mela Ebdullahê êriş kir û Tellwerd ket navbera du bereyên DAIŞê. Lewma em neçar man bi paş ve vekişin.
Zanyariyên we hebûn ku wê DAIŞ li Kerkûkê bi pêş de here?
Erê zanyarî hebûn. Min balafirên şer jî agehdar kirin ku DAIŞ mijûlî çêkirina otomobîlên dijgulle ye û dixwaze êriş bike. Lê bêhûde bû. Min Şêx Ceifer û wezîr û wekîlê wezîrê Pêşmerge jî agehdar kirin pêdiviya çeperan bi hêzên zêdetir heye. Dîsa bêhûde bû.
Armanca DAIŞê girtina Kerkûkê bû?
DAIŞ stratejiya xwe heye. Ew dibêjin em wan cihan digrin ku petrol li wan heye û bi vî karî jî dixwazin bandorê li ser siyaseta rojava dirust bikin. Lewma çavê xwe berdane Kerkûkê. Lê Hêzên Pêşmerge ev plana DAIŞê pûç kirin.
DAIŞ çawa xwe gihand nava Kerkûkê?
Li Kerkûkê gelek kes bi cih bûne li jêr navê penaberan û Heşda Şeibî (Çeteyên Şîe). Hin kesên terorîst jî di nav wan de hatine hinartin û bûne sedemê çêkirina komên çekdarî.
Şaneyên DAIŞê yên raketî li Kerkûkê hene?
Erê hene. Çimkî dema ew hejmara zêde ya xelkê tê Kerkûkê, helbet şaneyên raketî di nav wan de peyda dibin. Bo qewitandina wan şaneyên raketî jî, divê penaber bên qewitandin û li derveyî bajêr kamp ji wan re bên çêkirin.
Xelk dibêjin Pêşmerge li Tellwerdê lawaz in, lewma ev çend car in ku DAIŞ li wir bi pêş de tê?
Na. Tellwerd dikeve ser çend riyên sereke ber bi Hewîce, Riyaz û Reşad. Ew navçe di destê DAIŞê de ne û hebûna pireke bilind li wî sînorî ew pirsgirêk afirandine. Lê ez gelê Kurdistanê piştrast dikim ku DAIŞ dê li wê deverê nemîne.
Vê carê hejmareke zêde ya kurdan bi DAIŞê re hebûn. Çend kurd niha di nav rêzên DAIŞê de ne?
Ez nizanim, lê kurd di nav DAIŞê de hene. Em hejmara tekûz nizanin.
Li gorî zanyariyên we, kî serdariya vî şerî kir ji hêla DAIŞê?
Çar serkirdên DAIŞê di wî şerê li dijî me de hatin kuştin û fermandarê şerê wan bi navê Remah jî birîndar bû û heta niha nevegeriyaye navçeyên DAIŞê û xwe veşartiye û em lê digerin.
Xelk dibêjin Kemal Kerkûkî di dema şer de reviyabû?
Hin kes hene dixwazin gotinên wiha belav bikin. Lê ez di dema şerê Tellwerd û dûre jî di dema rizgarkirina gundê Mela Ebdullah û Tellwerdê jî li wir bûm. Di dema şehîdbûna General Hisên Mensûr de jî, ez li wir bûm.
Kişandina kuştiyên DAIŞê bi paşiya otomobîlan ve di nava Kerkûkê de tiştekî rast bû bi nerîna te?
Divê mirov ji dijminê xwe netirse. Lê dema desthilata wî nema, divê wek mirov tevger pê re bê kirin. Dîl jî nabe bên zêrandin, lê divê bên dadgehkirin.
Biçûkxistin û gurandina endamên DAIŞê ji hêla Hêzên Pêşmerge bi fermana we pêk hat?
Em naxwazin kes karên wiha bike û tew birûsknameya kak Mesûd gihîşte me ku tê de dibêje: Em qebûl nakin ti kes reftarên kirêt li hember term û dîlên DAIŞê pêk bîne.
Ev bandorê li ser navûdengê gelê kurd û Hêzên Pêşmerge nake?
Ev karekî pir kirêt bû. Lê ti bandorê li ser navê kurdan nake, çimkî hemû dinya dizane ev ne biryara serkirdatî û hikûmetê ye. Hevpeyman û dewlet dizanin reftara me çawa ye û şaştiya kesekî jî li ser welat û Pêşmerge nayê hejmartin. Pêşmerge dixwazin Kurdistanê biparêzin û nehêlin xwîn bê rijandin. Em nehatine eniyên şer da mirovan biçûk bixin.
Rast e eger hêzên dijî terorê yên YNKê nehatiba, hûnê li hember DAIŞê bişkesta?
Ew serketin, serketina Hêzên Pêşmerge û aliyên ewlekariyê bû, ne serketina hêz an aliyekî taybet bû. Serketin a me hemûyan bû.
Di roja şer de, waliyê Kerkûkê li Kerkûkê bû?
Waliyê Kerkûkê serdana bereya me kir û bo hemû alîkariyan amade bû. Em rêza vê helwesta wî digrin. Di roja şer de hêla mobaylê nebû yan qels bû. Lewma ez nizanim wî telefon kir an na. Lê piştî şer em bi hev re avixîn û wî serdana çeperên şer kir.
Serokê Herêma Kurdistanê bi telefonê pêwendî bi we re kir, çi got?
Cenabê serok berdewam hay ji çeperên Kerkûkê heye û karên şer dişopîne. Di rojên şer de jî, berdewam hewl dida morala Hêzên Pêşmerge bilind bike û spasiya Pêşmerge û berpirsan dikir û digot ez yek bi yek çavên we maçî dikim û pir aram bû. Lê pir xemgîn bû bi şehîdbûna General Şêrko û wek birayekî xwe wesfê wî kir.
Şehîdbûna du generalan di eniyên şer de nayê wateya ku kêmasî di eniyên şer de heye?
Li gorî zanyariyên min, şehîd Şêrko li hawara hêzeke din çûbû, lê dema diçe nizane ku çepera wê hêzê ji destê Pêşmerge derketiye, li wir guleyan lê direşînin û wî şehîd dikin. Na kêmasî tune. Şer wiha ye. Şehîd û birîndar di şer de hene. Lê şehîdbûna herdu generalan ziyaneke pir mezin gihand me.
Hûn dirustbûna Heşda Şeibî li Kerkûkê dipejirînin?
Nexêr. Em qet razî nabin û Heşda Şeibî (Komên çekdar ên Şîe) tawanek e ku di derheqê gelê Kurdistan û Iraqê de tê pêkanîn. Em vê yekê wek karekî metirsîdar dibînin û qebûl nakin. Divê ev hêz ji Başûrê Kurdistanê derkevin û vegerin navçeyên xwe. Ziman, kultûr, ax û xwezaya kurd û ereban ji hev cihê ye. Dibêjin kurd û ereb bira ne, baş e eger wiha ye kê dîtiye bira birazî û jinbira xwe revandiye û biriye li welatekî din firotiye!.
Rudaw
