Barzanî: Bi hemû rêyekê emê Pêşmergeyên dîlkirî azad bikin
Duh Sêşemê 17.02.2015`an Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Kerkûkê kir û hevdîtinek li gel malbatên Pêşmergeyên bi dîl hatine girtin encamda û di hevdîtinê de, daxwaza ji Serok Barzanî hat kirin ku, hemû hewilên xwe bikin ji bo azadkirina dîlkiriyan û zanîna rast û dirustiya çarenivîsa lawên xwe ku ji aliyê çekdarên DAIŞ`ê ve bi dîl hatine girtin.
Di dawiya hevdîtinê de, malbatên Pêşmergeyên bi dîla hatine girtin, spasya Serok Barzanî kirin bo wê hevdîtinê ku ji xem û janên wan kêm dike.
Serok Barzanî, di gotinekê de hevxemî û hevsoziya xwe bo malbatên Pêşmergeyên bidîl hatinî girtin anî ziman û got: “Law û kurên we, lawên ezîz ên me ne û malbatên wan malbatên me ne, di vî şerî de ku şerê man û nemanê ye, divê çaverêya hemû tiştekî û trajîdeyekê û qurbaniyekê bikin, ji wane jî, ji destana ezîzan û şehîdbûna xizmên me, lê ya girîng ewe ku, îradeya me bimîne û neşkê û îradeya dijmin bişkînin“.
Serok Barzanî, ew Pêşmergeyên bidîl hatine girtin bi qehreman û canfîda binav kirin û anî ziman ku, ew dê bi hemû rêyan ji bo azadkirina wan Pêşmergeyan bikar bînin û daxwaz ji malbatên wan Pêşmergeyan kir ku, sebir û xweragirtina wan hebe û guh nedin gotegotan.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê, amaje bi wê yekê jî kir ku, gelê Kurdistanê û Pêşmerge xwedan exlaq û riftarên bilindin û li hember vî dijminê bê exlaq û bê pirensîp, exlaqa xwe ya bilind diparêzin.
Herwiha Serok Barzanî, ev yek jî bo malbatên Pêşmergeyan aşkere kir ku, ew Pêşmerge hîn dibin destê terorîstan dene û em amadene hemû tiştekî bikin bo vegerandina wan û terorîst jî berpirsin li jiyana wan û eger her tiştek bi serê Pêşmergeyan were, ew terorîstên DAIŞ`ê ne û yên piştgiriya wan dikin û wê bi tundtirîn awa bacê bidin.
Di beşekî din ê hevdîtinê de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl Elî, di gotinekê de piştgiriya gotinên Serok Barzanî kir û ragihand ku, ligel hozan û xelkê navçeyê di peywendiyan dene ji bo vegerandina wan Pêşmergeyê li cem terorîstên DAIŞ`ê bi dîl hatine girtin.
Basnews
