Barzanî ligel malbatê Pêşmergeyên şehîdbûne dicive
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, serdan bajarê kerkûkê dike û serperştiya civînek leşkerî dike, biryare piştre ligel hejmarek ji kesatî û xizmên pêşmergeyên şehîdbûne bicive.
Îro Sêşem 17- 2-2015 an, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi serdanekê gehîşte bajarê Kerkûkê û niha serperştiya civîneke leşkerî ligel fermandarên Leşkerî û yên Hêzên Navxwe dike û birayer piştî civînê ligel xizimên Pêşmergeyên şehîdbûne û yên bi dîl hatine girtin bicive û têde, Barzanî çend nameyên teyabt ji wan re bêje.
Her li gor zaniyariyên Basnewsê, xizmîn Pêşmergeyên şehîdbûn û yê dîlkirî, wê nameya xwe bidin Serokê Herêma Kurdistanê.
Biryara Serokê Herêma Kurdistanê, piştî civîna wî ligel xizmên Pêşmergeyên Şehîdbûn, konferensekî rojnamevanî li darbixîne û têde ecinda û armancên serdana xwe rabighîne.
Basnews
