Kobanî: Heta Çemê Firatê tenê 2 gund mane!
Fermandarê Pêşmerge li Kobanî emîd Muslih Zêbarî ji Rûdawê re ragihand ku hêzên pêşmerge li herêma Kobanê hatine belavkirin.
Zêbarî got, tenê 2 gund mane ku hêzên Kurdî bigihên Çemê Firatê û dê pişt re berê xwe bidin başûrê Kobanî.
Muslih Zêbarî diyar kir ku topbarankirina gundên li rojhilat û başûrê Kobanî berdewam e û îro 3 gundên nû li rojhilatê Kobanî hatin kontrolkirin.
Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kir ku hêzên kurdî ligel hêzên Şems El-Şemal ber bi bajarê Reqayê yê Sûriyê ve diçin û wan karîn girekî stratîjîk kontrol bikin ku ew gir li ser rêya bajarê Girê Spî (Til Ebyed) ye.
Hêzên kurdî di nava gundên Girê Spî de 5 km pêşve çûne û % 5ê gundên Girê Spî ji çekdarên DAIŞê paqij kirine û niha 7 gundên Girê Spî hatine kontrolkirin.
Derbarê belavbûna şervanên Artêşa Azad a Sûriyê li wê deverê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re got, şervanên Lîwaya Siwar Reqa li aliyê rojhilatê Kobanî bicîh bûne, şervanên Lîwaya Şems el-Şîmal li aliyê başûr li ser rêya navdewletî ya di navbera Heleb û Hesekê de, ku bi navê Rodko tê naskirin, bicîh bûne, herwiha şervanên Ehrar Cerablus jî li aliyê rojavayê Kobanî cihê xwe girtine.
Rudaw
