Sedema şikestina hewla azadkirina Pêşmergeyên dîlkirî aşkere dibe
Belavbûna dengoya azakirin û berdêlkirina dîlên Pêşmerge bi çend çekdarên dîlên DAIŞ li hinek dezgehên medyayî yên Kurdistanê, hewleke Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl elî ji bo azadkirina wan Pêşmergeyan, pûçkir.
Sedema şikestina hewla Kosret Resûl Elî ji bo azadkirin û berdêlkirina Pêşmerge dîl ligel çekdarên DAIŞê, ew bû ku çend neyarekî Kosret Resûl di nava YNKê de, bi dizîkirina wê nûçeyên û belavkirina wê di nava dezgehên medyayê de ew hewlên wî pûçkirin.
Wek ku çavkaniyekê ji nava YNK ji BasNewsê re aşkere kiri ku, Kosret Resûl Elî peywendî bi serokê hozeke Ereb, li navçeyên di bin destê DAIŞê de kiribû da ku navbênakriyê ligel DAIŞê bike, lê ji ber ku çend destek rêgiriyê li wê serweriyê bikin da ji Kosret Resûl re neyê tomarkirin, hewla dan ku nûçeyekê di wê derbarê de li medyaya Kurdî belav bike û hewla Kosret Resûl ji ber wê yekê serneket.
Parlementerê YNKê li Komîteya Pêşemrge li Parlementoya Kurdistanê Qadir Wetman ji BasNewsê re diyar kir ku, hewlek ji bo azadkirina wan Pêşmergeyan hebû, lê ew hewl bi rêyeke nefermî bû, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşemrge neamade ne ku bi awayekî fermî ti mameleyekê ligel DAIŞê bikin, ku ti amadeyiyek têde nîne ji bo pêbendî bi yasa û prensîpên navdewletî.
Qadir Wetman got jî: “Ew hewla nefermî bi rêya serokê hozeke ereb re bû.”
Navborî amaje kir jî ku, bi rêya hinek kenalên zanyariyan, ku agehdarin ji rewşa wan Pêşemrgeyên dîlkirî li cem DAIŞê, hat zanîn ku heta niha ew Pêşmerge di jiyanê de ne.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Ragihandin û Hişiyariyê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ji BasNewsê re ragihand ku, ew wek Wezareta Pêşmerge ne ligel derketina wê babetê bûn û got: “Pêşmerge û malbatên wan Pêşmergeyan di dilgiraniyeke mezin de ne, belavkirina wê babatê jî me wek Wezareta Pêşmerge û malbatên wan Pêşmergeyan xistine rewşeke nexweş de.”
Derbarê nêrîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser belavkirina wê babetê di medyayê de, duh 16.02.2015 Serokwezîrê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferensekî rojnamevanî de got: “Ew pirseke hestiyar e û pêwîste medya bi berpirsyaretî têkiliyê ligel bike.”
Basnews
