• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hêzên Kurdî 2 hezar kîlomtir li derdora Kobanê azadkirin

Gulan Media February 17, 2015 Nûçe
Hêzên Kurdî 2 hezar kîlomtir li derdora Kobanê azadkirin
Hêzên Kurdî li Kobanê karîne di heyama 20 rojan de rûbera 2 hezar kîlometirê çarkoşe ji dest çekdarên DAIŞê derbixin, herwiha hezar û 271 çekdarên DAIŞê de ji destpêka şer ve hatine kuştin.

Roja 26ê Çileya sala 2015an, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi alîkariya çend grûpên mixalefeta Sûriyê û piştgiriya Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û firokeyên hevpeymanan, karîn bajarê Kobanê ji çekdarên DAIŞê paqij bikin, piştî êrîşa çekdarên DAIŞê li ser wî bajarî di 16ê Îlona sala borî de.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, hêzên Kurdî û şervanên mixalefeta Sûriyê (Ji roja 26.01.2015 û heta 16.02.2015) karîne rûbera 2 hezar kîlometirê çarkoşe li derdora Kobanê ji dest çekdarên DAIŞê derbixin.

Rewangeha Sûrî diyar dike ku niha li başûrê Kobanê di navbera 30-35 kîlometran de, li rojava 30 kîlometir û li rojhilat 40 kîlometir ji wê herêmê di dest hêzên Kurdî û şervanên mixalefeta Sûriyê de ye.

Derbarê ziyanên ku gihane Kobanê ji encama êrîşa çekdarên DAIŞê û êrîşên azadkirina wî bajarî de, Rewangeha Sûrî di daxuyaniyekê de da zanîn ku “Rûbera Kobanê 20 kîlometirê çarkoşe ye, niha ji sedî 70yî wî bajarî kavil û wêran bûye.”

Çavkaniya navborî aşkere dike jî ku ji 16ê Îlona sala 2014an ve û heta 16ê Sibata 2015an, hezar û 217 çekdarên DAIŞê li herêma Kobanê hatine kuştin. Herwiha 39 kesên sivîl ên bajarê Kobanê şehîd bûne.

Di nava şervanên YPG û YPJ jî 502 şervan şehîd bûne, ji şervanên mixalefeta Sûriyê jî 21 kes şehîd bûye.

Di nava Hêzên Pêşemergeyên Kurdistanê de, yên ku roja 28ê Cotmeha sala borî ji Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û roja 31ê heman mehê derbasî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê bûne, tenê yek kesê şehîd bûye.

Basnews
Top