Nesrulah: Ne ji hêzên kurdî ba, niha DAIŞ li Mekeyê bû
Hesen Nesrulah di gotinekê de li paytexta Libnanê Beyrûtê behda şerê li Iraqê kir û ragihand: “Divê cîhan bi awayekî tundtir şerê komên çekdar li Iraqê bike.”
Herwiha Nesrulah ji aliyê siyasî ve daxwaza alîkariyê ji bo Hikûmeta Iraqê kir û got: “Divê ev hihûmeta yekgirtî were parastin.”
Sekreterê Giştî yê Hizbûlaha Libnanê berê xwe dide welatên Kendavê û dibêje: “Ne ji hêzên kurdî û artêşa Iraqê ê milîsên şîe ba, niha DAIŞ gihîştibû Kiwêt û Erebistana Siûdî. Çavê wê rêxistinê ne tenê li Bexdayê bû, lê belê çavê wan li Meke û Medîneyê bû.”
Hesen Nesrulah ji welatên Kendavê re dibêje: “Ew hêzên han, kursî û erş û petrola we diparêz in.”
Derbarê şerê li Sûriyê jî, Nesrulah daxwaz kir ku Hikûmet û dijbereya Sûriyê lihev bikin ji ber ku we ew dibêje, “Lîstik bi dawî hat. Divê çareseriyeke siyasî ji wê rewşê re were dîtin.”
Rudaw
