Serok Barzanî û Konsulusê Berîtanyayê civiyan
Serokê Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê Berîtanyayê kir.
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Berîtanyayê yê li Bexdayê Frank Beecher û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê û herwiha peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê hate kirin û peywendiyên navbera Kurdistan û Berîtanyayê jî hatin nirxandin.
Di dawiya hevdîtinê de Konsulusê Berîtanyayê pêştgîriya welatê xwe bo Kurdistan û hêzên pêşmerge dubare kir.
