Serok Barzanî û Serokerkanê artêşa Franseyê civiyan
Duh li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokerkanê artêşa Franseyê Pierre de Villiers û heyeteke pê re kir ku pêk hatibû ji Fermandarê operasiyonên taybet, Konsulusê Franse yê li Hewlêrê û hijmareke şêwermendên Frensî.
Di hevdîtinê de Serokerkanê artêşa Franseyê pesnên rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de da û peywendiyên navbera hêzên pêşmerge û hêzên leşkerî yên Franseyê bi girîng û baş wesif kir û tekez li ser vê yekê kir ku şerê dijî terorîstan şereke hevbeş a tevahiya civaka cîhaniye û artêşa Franseyê berdewam dibe li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge heta ku terorîstên DIŞIê werin ji navbirin.
Nav hatî di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku ew metodên ku terorîst propagende bo wan dikin bi ti awayî nayên qebûlkirin.
Li hember de jî Serok Barzanî spasiya gel û Serok û artêşa Franseyê kir û behsa hatina Serokkomarê Franseyê bo Kuridstanê kir û got: Ew serdana han di demeke gelek hesas de hat pêkanîn û nîşaneya bihêz bûna dostatiya gelê Kurd û Franseyê ye û herwiha serdana han ev yek jî gelê Kurd îsbat kir ku xwedan dosteke mezin weke Franseyê ye.
Serok Barzanî herwiha behsa kiriyarên terorîstî yên li Franse û Danimarka û deverên din yên cîhanê kir û ragehand ku teror û terorîstan metirsiyeke cîhanî ne û li her deverekî ku derfet destê terorîstan bikeve vê xwe ji pêkanîna kiriyarên wehişiyane dûr negirin lewre şerê dijî vê diyardeya han erkê her kesekiye.
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destpêka serhildana terorîstên DIŞIê û herwiha çawetiya bihêz bûna wan û êrîş kirine ser Kurdistanê kir û tekez li ser vê yekê kir ku di sêya qehremaniya hêzên pêşmerge de êrîşên terorîstan hatin pûçkirin û hêzên pêşmerge estûreya DIŞIê têkşikandin û 15000 hezar km çar guşeyan ji destê terorîstan azad kir.
Serok Barzanî herwiha anî ziman ku kiriyarên qirêj yên terorîstên DIŞIê esasê xwe ji hizreke tekfîrî, cîhadî û hizreke faşîstî digirin û ev cure hizrên han jî ti pêşerojeke wan tuneye.
Di berdewamiya civîna han de behsa pêdiviyên hêzên pêşmerge û çawetiya bihêztir û berfiretir kirina hemahengî û hevkariyên navbera hêzên pêşmerge û artêşa Franseyê hate kirin.
Di hevdîtina han de her yek ji Şêwermendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî, wezîrê pêşmerge, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê, berpirsê peywendiyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, emîndarên wezareta pêşmerge jî amade bûn.
