• Tuesday, 17 February 2026
logo

Tolhildana Misre: Balafiran li baregehên DAIŞê dan

Gulan Media February 16, 2015 Nûçe
Tolhildana Misre: Balafiran li baregehên DAIŞê dan
Arteşa Misrê ragihand ku îro sibê bi balafirên şerî li Libayê baregehên çekdarên DAIŞê yên ku 21 mesihiyên misrî serjêkirin, dan.

Rêxistina DAIŞê duhî vîdeoyek tê de 21 mesihiyên misrî dîl revandî serê wan jê dike li ser medya civakî weşandibû.

Serokomarê Misrê Ebdulfetah el-Sisî derbarê vê yekê de wiha got: “Emê bi awayik û di demek guncan de bersiva wan hovitiyan bidin.”

Sisî da zanin ku li ser vê mijara talimat dayê Wezîrê Derve yê Misrê here Amerîkayê ligel rayedarên Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê re hevdîtina pêk bîne.

Herwiha Sisî got ku ew ne bi tenê welatê xwe diparêzin ew li ser navê hemû mirovahiyê hewl didin û wan biryara dayê çi gav pêwîst be dê bavêjin.

Rudaw
Top