Îro perwerdeya bikom a Pêşmerge destpê dike
Berî niha Berpirsê Ragihandin û Hişiyariyê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet ragihandibû ku “Roja Duşem a bê (16.02.2015), dê qonaxa perwerdeya bikom ya Hêzên Pêşmerge ji aliyê perwerdekarên hevpeymaniya navdewletî, yên ku ji bo wê mebestê gehiştine Herêma Kurdistanê, destpê bike.”
Hikmet amaje bi armanca wê prsoeya perwerdeya bikom kir û got: “Armanc ji wê perwerdeyê, pêkanîna laşekî leşkerî yê pêşkevtî ji Pêşmerge re ye, wek laşê artêşên li cîhanê hene, tevî perwerdeya li ser çawaniya beşdarîkirin di erkên şer de, şerê kolanan û bikar anîna çekên pêşkeftî.”
Pisporên leşkerî yên hevpeymaniya navdewletî li “Kampa Perwerdeyê ya Zêrevanî” ya ku Wezareta Pêşmergeyan a Herêma kurdistanê 5 kîlometre dûrî Hewlêrê amade kir, dê Pêşmergeyan perwerde bikin.
60 pisporên leşkerî yên ku ji welatên wek Brîtanya, Hollanda, Almanya, Îtalya û Amerîka hatine li kampê Pêşmergeyan perwerde dikin. Proseya perwerdeyê jî bêhtir tekez li ser:Çawaniya bikaranîn çekên giran, pûçkirina bombeyên çandî mayînan û çawaniya şerkirinê li eniyên şer, dike.
Berpirsiyarê Perwerdeya Leşkerî ya Wezaretê general Abdullah Kerîm Muhammet, der barê perwerdeya leşkerî ya pêşmergeyan da daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ku pêşmergeyên dê biçin li eniyên dijî DAIŞê şer bikin herî kêm mehek li kampê bên perwerdekirin.
Abdulla Kerîm Muhammet wiha dewam kir: “Em li vir di serî de spasiyên xwe pêşkêşî hêzên hevpeymaniyê yên ku perwerdeya leşkerî ya pêşmergeyan hilda ser milên xwe û ya hemû endamên hevpeymaniyê ku ji bo perwerdeyê pispor şandin herêmê dikin. Pispor çekên giran çawa tên bikaranîn, teqemeniyên bombe û mayinan çawa tên pûçkirin û li eniyê çawa şer tê kirin hînî pêşmergeyan dikin. Em wekî Wezareta Pêşmergeyan girîngiyê didin şerê di nav bajêr de diqewime.”
Berpirsiyarê Têkiliyên Leşkerî yê Hêzên Hevpeymanan Orbest Shnaîder jî got ku dê perwerdeya leşkerî ya ku pispor didin Pêşmergeyan dê bi kêrî wan bê û di şerê li dijî DAIŞê de jê sûdê wergirin û wiha axivî: “Tîma li vir a leşkerî ya ji pisporên ku ji welatên wek Îngilistan, Hollanda, Almanya, Îtalya û DYAyê hatin pêk tê û li kampê pêşmergeyan perwerde dike. Her ast a perwerdeyê dê 4 hefteyan dewam bike. Em ê derbarê rêbaz û stratejiyên şer de agahiyan bidin pêşmergeyan. Ji bilî rêbazan em ê tecrubeya xwe ya şer jî bi wan re parve bikin.”
Shnaîder got ku gelek Pêşmergeyên ku heta vê rojê perwerde kirine niha li eniyê şer dikin û wiha got: “Pêşmerge di eniyê de nîşan didin ku perwerdeya ku hildane bi kêrî wan hatiye.”
Ji aliyek din ve, Berpirsê Ragihandin û Hişiyariyê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet jî wiha axivî: “Dê yekeyên pêşmergeyan bi awayekî baş bên perwerdekirin û piştî wê perwerdeyê dê beşdariyê li eniyê şer bikin.”
Basnews
