Bexda milyarek dolar ji Mûsila bin destê DAIŞê re şandiye
Cîgirê Parêzgeha Mûsilê Hesen Elaf ji Rûdawê re behsa şandina wan pereyan bo fermanberan kir.
Hesen Elaf wiha got: “Mehane Bexda 20 milyar dînar ji Mûsilê re dişîne.”
Rojnameya New Yourk Tems ragihand ku, mehane 130 milyon dolar ji Bexdayê diçe Mûsilê bi navê mûçeyê fermanberan û rêxistina DAIŞê destê xwe datîne ser nîvê wan pereyan, bi taybetî ew kesên ku naçin dewamê.
Wê rojnameyê belav kiriye ku, ji dema ketina Mûsilê heta niha, Hikûmeta Bexdayê milyarek dolar ji wî bajêrî re şandiye.
Rudaw
