Polîsê Kopenhagenê: Êrişker hat kuştin
Di nava 24 saetan de 3 kes li paytexta Danîmark Kopenhagenê hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Polîsê Danîmarkê eşkere kir ku ew çekdarê ku êrişî perestgeheke cihûyan û navendeke rewşenbîrî li Kopenhagenê kiribû, li nêzîk metroyekê li Kopenhagenê hat kuştin.
Li gor daxuyaniya polîsê Danîmarkê, wî çekdarî gule berdane polîs, lê ti polîsek birîndar nebûye.
Îro serê sibehê û şeva borî, di encama 2 êrişan de li ser perestgeheke cihûyan û navendeke rewşenbîrî li Kopenhagenê 2 kes hatin kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.
Li hember van êrişan, hêzên ewlekariyê li Danîmarkê ketin alaramê û metroyên li navenda Kopenhagenê jî hatin valakirin.
Polîsê Danîmarkê ragihand ku ew herdu êriş ji aliyê wî çekdarî ve hatine pêkanîn.
Hikûmeta Danîmarkê ew êriş wek karekî terorîstî bi nav kir.
Herwiha Amerîka jî êrişên li Kopenhagenê şermezar kir.
Rudaw
