• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Deraayê 43 çekdarên Îranê û Hizbulla hatin kuştin

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Li Deraayê 43 çekdarên Îranê û Hizbulla hatin kuştin
Çavkaniyên medyayî diyar dikin ku, di şer û pevçûnên li parêzgeha Deraayê de, 43 çekdarên îranî, Hizbulla yê libnanî û hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin, heta niha jî şer û pevçûn berdewamin.

Di şer û pevçûnên li rojavayê parêzgeha Deraa ya sûrî de, 43 çekdarên Hizbullah yê libnanî, grûpên çekdar ên îranî û hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin.

Ev nêzîk yek heftiyê ye ku li rojavayê parêzgeha Deraa, bi taybetî li gundê Hirak, şer û pevçûn di navbera şervanên mixalefeta Sûriyê û hêzên rejîma wî welatî bi alîkariya çekdarên îranê û yên Hizbulla yê libnanî berdewamin.

Li gor ku hatiye belavkirin, di wan şer û pevçûnan de 43 kes ji çekdarên Hibulla, çekdarên îranê û hêzên artêşa Sûriyê hatine kuştin, herwiha televîzyona al-Arabiya ragihandiye ku, hêzên rejîma Sûriyê 10 leşkerên xwe darvekirine, bi tohmeta têkildarî ligel şervanên mixalefeta Sûriyê li rojavayê Deraayê.

Pêr, 13.02.2015, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir ku 5 hezar çekdar ji Hizbullah yê Libnanê û hêzên hikûmî yên Sûrî û şervanên Îranî beşdarî şerê niha yê li başûrê Sûriyê dibin, pênc hezar kesên dî jî wek hêzeke piştgiriyê tên xwestin jibo kontrolkirina gir û bajarên ku dikevin dewrûberên rojavayê Parêzgeha Deraa yê de.

Ji aliyek din ve Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê rexne li rola civaka navdewletî di bûyerên Sûriyeyê de girt û ragihand ku Artêşa Qudis a Îranî bi fermandariya Qasim Silêmanî şerê îro yê li Parêzgeha Deraa bi temamî birêve dibin.

Basnews
Top