• Tuesday, 17 February 2026
logo

Di xwepêşandanên bo Ocalan de 23 kes hatin girtin

Gulan Media February 15, 2015 Nûçe
Di xwepêşandanên bo Ocalan de 23 kes hatin girtin
Li çend bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê ji bo şermezarkirina roja girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, çend xwepêşandan û çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê mudaxaleyê xwepêşandanan kirin.

Di xwepêşandan û çalakiyên potestoyan de li Şirnexê 17, navçeya Wêranşar a girêdayî Rihayê 5 û Sêrtê jî kesek hat desteserkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li navçeya Cizîrê ya girêdayî parêzgeha Şirnixê bi gaza bîberê û ava şidayî êrişê Ciwanên Rêya Îpekê ya navneteweyî Cizîrê-Silopiya û rêya Hezex-Nisêbîn li çûnûhatinê girtin, kir.

Li Silopiyê jî xwepêşandaran molotof kekteylî avêtin TOMAyên polîsan û herwiha molotofek li cihê rojnamevan ku dîmen dikêşandin ket û di encama wê de jî peyamnerê Dicle Haberê Nedim Oruç ji lingê xwe birîndar bû.

Oruç piştî ku li nexweşxaneyê hat dermankirin ji nexweşxaneyê derket.

Rudaw
Top