Serok Barzanî vegeriya Herêma Kurdistanê
Hêjayî gotinêye Serok Barzanî li ser vexwendineke fermî ya ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşa Cîhanî li Munîx serdana Ewrûpa kir û li demên konferansê jî li gel hejmarek berpirs û siyasetmedarên welatên cîhanê hevdîtinan pêkanî û piştî temambûna konferansê jî serdana welatê Fransa kir û li gel Serok û berpirsên mezinên Fransa civiya. Her wiha welatê Awusturya wêstgeha dawî ya serdana Serok Barzanî bû û li wir li gel Serokê Awusturya civiya.
Rudaw
