Li Soranê Valentine bi bexşîna xwînê tê pêşwazîkirin
Roja 14.02.2015an ku bi roja hezkirinê tê nasîn û têde xelkê hemû dinyayê gulan diyarî evîdnarên xwe dikin, lê li Soranê di vê rojê de biryar ew e ku xwîn bo birîndarên Pêşmerge û kesên din ên pêwîstiya wan bi xwînê hebe bibexşin.
Berpirsekî Rêxistina bexşîna xwîn û jiyanê ji BasNewsê re diyar dike: “Ligel ku di roja Valentine de xelk gulan pêşkêşî evîndarên xwe dikin, lê îsal ji bo me cuda ye û erkekî pîroz ê me heye, ji ber vê yekê jî me biryar daye ku em ji niha ve amadekariyên xwe ji bo vê rojê bikin û li şûna gulan em kampaniyayeke xwîn bexşînê destpê bikin û xwînê ji bo pêşmergeyan bibixşînin”.
Wî berpirsî da zanîn ku “Ji bo vê mebestê me biryar da ku roja Şemiyê bi hevahengî ligel Peymangeha Rewandizê ya Taybet em dê dest bikin bi kampaniyayeke berfireh bo xwîn bexşînê li Nexweşxaneya Giştî ya Aştî li Soranê.”
Di dawiyê de wî berpirsî diyar kir ku “Herkesekê ku dixwazê beşdarî bike bila pêwendî bi me re bike û di wê kampaniyayê de beşdarî bike”.
Basnews
