Xamineyî nameyeke nihênî ji Obama re şandiye
Rojnameya The Wall Street Journal li ser zarê dîplomatekî îranî, belav kiriye ku di çend heftiyên borî de Xamineyî bi rêya nameyeke nihênî re bersiva nameya Obama daye.
Li gor wê rojnameyê, Obama di nameya xwe de behsa egera alîkariya navbera Tehran û Washingtonê kiriye ji bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê, eger hat û herdu welat li ser programa atomî ya Îranê li hev bikin.
Bi gotina wî dîplomatê îranî ku rojnameyê nav aşkere nekiriye, Xamineyî di bersiva nameya Obama de ti pêgiriyeke ji bo alîkarîkirinê diyar nekiriye.
Heta niha Koşa Spî ew nameya nihênî ya ku Xamineyî ji Obama re şandiye, piştrast nekiriye.
Rudaw
