• Tuesday, 17 February 2026
logo

Neteweyên Yekbûyî: Kobanî wêran bûye

Gulan Media February 13, 2015 Nûçe
Neteweyên Yekbûyî: Kobanî wêran bûye
Neteweyên Yekbûyî dibêje, di encama şerê ku 4 mehan li bajarê Kobanî berdewam bû, zêdetirî 3 hezar xanî hatine wêrankirin yan ku ziyanên mezin gihiştine wan.


Programa satelîtan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ku bi navê UNOSAT tê naskirin, di 22yê meha borî de bi rêya satelîtê wêneyeke bajarê Kobanî girtiye û ew aniye hemberî wêneyeke Kobanê ku di 6ê Îlona sala borî de hatibû kişandin.


UNOSAT diyar dike ku di berhevkirina herdu wêneyan de diyar dibe ku hezar û 206 avahî bi temamî li Kobanî wêran bûne û ziyanên mezin jî gihiştine hezar û 169 avahiyên din.


UNOSAT herwiha dibêje ku 979 çalên mezin di encama topbaran û bombebaranê de li Kobanî çê bûne.


Hêzên kurdî bi piştgiriya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî di 26ê meha borî de bajarê Kobanî bi temamî ji destê çekdarên DAIŞê derxistin û heta niha zêdetirî 200 gundên derdora Kobanî jî kontrol kirine.


Rêveberiya kantona Kobanî desteyek ji bo jinûve avakirina Kobanî damezirandiye û ji civaka navdewletî xwestiye ku alîkariya Kobanî bikin ji bo ku xelk vegerin mal û warên xwe.

Rudaw
Top