Mesrûr Barzanî: Em naxwazin ti hesasiyeteke siyasî li gel Ereban çê bibee
Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekî de li gel kanala CNN ragehand ku bo rizgar kirina tevahiya deverê ji destê terorîstên DIŞIê pêdivî bi hevkarî û beşdariya artêşa Îraqê heye.
Mesrûr Barzanî di berdewamiya hevpeyvîna han de li ser nexşe behsa pêşrewiyên hêzên pêşmerge li hember terorîstan dike û balê dikişîne ser astengiyên heyî yên li berdem pêşrewiya bilez ya hêzên pêşmerge.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ya hevpeyvîna han de got: Kurd bi ti awayî naxwaze ti hesasiyetek li gel Ereban çê bibe, û em dixwazin li deverê de yek terorîst nemîne.
Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Hêzên pêşmerge karîne li gelek deveran de terorîstan der bikin, lê hinek astengî li berdem pêşrewiya hêzên pêşmerge de hene û em jî naxwazin ti hesasiyeteke siyasî li gel Erebên wan deveran çê bibe.
Barzanî herwiha behsa çawetiya rizgar kirina tevahiya deverê dike û dibêje bo rizgar kirina tevahiya wan deveran pêdivî bi hevkarî û beşdariya artêşa Îraqê heye.
