• Tuesday, 17 February 2026
logo

“ENKS dê tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe”

Gulan Media February 12, 2015 Nûçe
“ENKS dê tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe”
Endemekî Lêvegera Siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dibêje ku dê ENKSê tevlî RÊveberiya Xweseriya Demokratîk bibe, piştî tevlîbûna ENKSê ji wê rêveberiyê re jî dê helbijartin li Rojavayê Kurdistanê werin pêkanîn.

Endamê Lêvegera Siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê Ismaîl Hemê ragihand ku, li gor rêkeftina Dihokê, dê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe, lê piştî encamdana çend guhertinan.

Ismaîl Hemê di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re ragihand ku “Dê ENKS li gor rêkeftina Dihokê tevlî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe, piştî encamdana çend gunhertinan wek Girêbesta Civakî û yekxistina her sê kantonan di yek rêveberiyê de di çarçoveya Sûryayek demokratîk.”

Ismaîl Hemê, ku li ser pişka ENKSê di lêvegerê de ye, behsa civîna roja 05.02.2015 ya Lêvegera Siyasî ya Kurdî kir û got: “Ew civîn ne serkeftî bû li gor hêviyan, ji ber ku Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM di helwesta xwe de hişik bû.”

Hemê balkişande ser helwesta Hevpeymaniya Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê ji rêkeftina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku “Hevpeymaniya Sûrî ne li dijî yekxistina mala Kurdî ye.”

Navborî amaje kir jî ku, piştî encamdana guhertinên pêwîst di belgeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de “Dê helbijartin werin encamdan û dê rêz li beşdariya hemû pêkhateyên din di rêveberiyê de wek Ereb, Xirîsyan û Kildan û Aşûryan bê girtin, her yek li gor rêjeya xwe.”

Di civîna 05.02.2014an ya Lêvegera Siyasî ya Kurdî de 3 komîteyên taybet (Leşkerî, Rêvebirî û Komîteyeke taybet bi danîna peyrewa navxwe ya lêvegerê) hatin pêkanîn.

Lêvegera Siyasî ya Kurdî yek ji xalên rêkeftina Dihokê ya ku di 22ê Cotmeha sala 2014an de bi serpreştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera ENKS û TEV-DEMê de hatibû îmzekirin, ji bilî xala pêkanîna lêvegerê, her tevlîbûna ENKSê ji rêveberiya Rojava re û pêkanîna hêzeke leşkerî ye hevbeş du xalên din ên serek yên rêkeftina navborî bûn.

Basnews
Top