• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Îraqê hevkariya penaberan nekiriye

Gulan Media February 12, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Hikûmeta Îraqê hevkariya penaberan nekiriye

Serokwezîrê Kurdistanê dibêje hikûmeta Îraqê hevkariya penaberan nekiriye.

Îro li Hewlêrê konferansek derbarê bandora hatina penaberan bo ser rewşa aburî û civakiya Kurdistanê hate sazkirin.

Di destpêka konferansa han de nunerê banka navnetewî Robert Bevjdy peyvek pêşkêş kir behsa rewşa penaberan û pêdiviyên wan kir.

Nav hatî herwiha behsa ew hevkariyên ku ji aliyê hikûmeta Kurdistanê ve pêşkêşî penaberan hatine kirin kir û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê li gor karînên xwe kariye bi başî hevkariya penaberan bike.

Pişt re wezîrê plandanan yê hikûmeta Kurdistanê Elî Sendî jî peyvek pêşkêş kir û amara penaberên heyî yên li Kurdistanê de û herwiha bandorê ew hijmara han li ser rewşa aburî û civakî ya Kurdistanê şîrove kir.

Her di konferansa han de Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û behsa rewşa penaberên heyî yên li Kurdistanê de û herwiha rewşa giştî ya Kurdistanê kir.

Barzanî got: Hikûmeta Kurdistanê bi her awayî hewl dide daku xizmeteke zêdetir pêşkêşî welatiyan bike û jiyaneke bextewer ji bo wan dabîn bike.

Nêçîrvan Barzanî herwiha behsa rewşa Penaberan jî kir û got: Heta niha hikûmeta navendî ya Îraqê weke pêwîst hevkariya penaberan nekiriye.

Top