32 welatiyên Swedê yên DAIŞî hatin kuştin
Li gorî lêkolînên van demên dawî tên weşandin ji Ewrûpayê gelek kes derbasî Rojhilata Navîn dibin û li wê derê tevlî refên rêxistina DAIŞê dibin.
Pisporên terorê yên Swêdê beriya niha diyar kiribûn ku piştî rêxistina DAIŞê rû dayî 300 welatiyên wan derbasî Rojhilata Navîn bûne.
Berdevkê SAPOyê Nerkes Allehanda got ku heta niha 32 kesên ku welatiyên Swêdê yên ku tevlî DAIŞê bûne, di şerî de hatine kuştin.
Ji aliyê di ve Hikûmeta Swêdê li ser projeyasayek a li dijî terorê dixebite. Derbarê wê paketê de Wezîrê Karen Navxweyî yê Swedê Angers Ygeman got ew hevî dikin ku ew pojeyasa heta havînê bê amadekirin.
Kordînatorê Têkoşîna Terorê ya Yekitiya Ewrûpayê Gilles de Kerchove beriya niha ragihandibû heta niha 3 hezar kes ji Ewrûpa tevlî rêxsitina DAIŞê bûne.
Rudaw
