• Tuesday, 17 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurd niha pêdiviya xwe bi çek heye

Gulan Media February 12, 2015 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurd niha pêdiviya xwe bi çek heye

Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê bibêje Kurd niha pêdiviya xwe bi çek heye.

Rojnameya Washington post a Amerîkayî derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge de raportek belav kiriye û di raporta han de hevpeyvînek jî li gel Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê birêz Mesûr Barzanî pêk aniye.

Raporter di destpêka raporta xwe de dibêje em li devera steratejîk ya li Rojavayê Dîcleyê dene, ew dever devera direwşîna panoramaya hêzên pêşmergeye ku beriya demekî di destê terorîstên DIŞIê de bû lê hêzên pêşmerge karîn ew devera han rizgar bikin û niha di destê hêzên pêşmerge deye.

Reporter herwiha dibêje: Em li biryargeha serekî ya hêzên pêşmerge li gel Şewirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî de civiyan û di civîna han de Mesrûr Barzanî behsa çawetiya şerê han kir. Mesrûr Barzanî kincên pêşmerge li ber kiribû û dema behsa êrîşên hêzên pêşmerge dikir destê xwe dirêjî ew nexşeyê dikir ku li ser dîwarê hatibû hilwasîn.

Mesrûr Barzanî got: Birastî dema terorîstên DIŞIê xwestin zextê li Hewlêrê bikin Kurd rastî şokê hatin lêbelê Kurd karî bilez xwe amade bike û hêzên pêşmerge jî bilez karîn pêşrewî bikin jiber ku Serkirdeyên wan karîn peywendî li gel hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê çê bikin û bi vê rengî Kurd karî terorîstên DIŞIê li Hewlêr, Mexmûr, Rebîe û sînorên Sûriya û piraniya deverên din yên parêzgeha Neynewayê dûr bixe.

Lê serkeftin astengî jî li gel xwe tîne, kengî dawî bi şerê rizgar kirina Mûsilê têt? Kurd naxwaze vê bike, Kurd kariye piraniya wan deveran ku ji aliyê DIŞIê ve hatibûn dagîrkirin rizgar bike û Kurd dizane şandina hêzên Kurdî bo bajareke sune y a Ereban weke Mûsilê vê kêşeyên siyasî li gel xwe bîne, artêşa Îraqê û çekdarên Şîi û sune di prosesa perwerdehî dene û hîn jî bo ew şera han ya mezin ne amadene û Obarak Obama jî şandina hêzên bejayî bo Îraqê bidûr dizane.

Kê Mûsil azad dike? Mimkune bo demekî kes nikaribe lêbelê Mesrûr Barzanî di vê derbarê de dibêje: Eger hun dixwazin ew şerê han bo çend salan bidome vê demê demeke baş li ber destê we deye bo perwerde kirina artêşa Îraqê lê di dema perwerdehî de vê derfet ji DIŞIê re tê dayîn daku dubare xwe organîze bike û zêdetir xwe pirçek bike, jiber ku DIŞI jî her wisa ranaweste.

Barzanî sedema vê yekê jî şîrove dike ku çima DIŞI dijmineke metirsîdare û dibêje: Baştirîn çekê destê terorîstan tirimbîlên bombekirîne meha derbasbûyî ten di rojekî de 14 tirimbîlên bombekirî bo ku bi hêzên pêşmerge biteqînîn şande eniyên şer, di şerê de gelek tundrewin piraniya wan terorîstên Çeçanî, Qezaqî û Ozbekistanin, xweteqandin cem wan baştir ji xwe teslîm kirinê jiber ku ew xwekojin han wisa dizanin ku li cenetê de vê huriyan bidin wan.


Barzanî herwiha eşkere kir ku terorîst di nava xwe de jî xwedan kêşe û arîşene, ew terorîstên biyanî yên ku ji wan re Muhacirûn tê gotin ji pere û jinên ku dikevin destê terorîstan xwedan parê şêrên ( parê herî zêde yê wane), lê terorîstên navxweyî jî yên ku bi Ensar tên nasîn ji vê yekê nerazîne, li hember ew kesên ku xiyanetê bike gelek acizin, her kesek ku bixwaze ji Mûsilê derkeve dibe gerentî anjî kefîlek dane daku eger venegeriya ew kefîl di şûna vî de were kuştin.

Bo parastina Kurdistan û Îraqê ji terorîstên DIŞIê heta ku Amerîka artêşa Îraqê amade dike, amerîka pişta xwe bi hêzên Kurdî dibeste, ew yek jî bûye sedem daku Barzanî amaje bi girîngtirîn xal bike û ev jî ewe ku Kurd bilez pêdiviya xwe bi çek heye bi taybetî çekên Amerîkayî bo parastina hêzên pêşmerge.

Top