3 çekdarên Kurd di nava DAIŞê de hatin kuştin
Rêveberê Asayişa Giştî ya Hewlêrê Tariq Gerdî ragihand ku, di êrîşa çekdarên DAIŞê de bo ser Kerkûkê, 3 xortên Kurd ên tevlî DAIŞê bibûn hatin kuştin.
Tariq Gerdî di daxuyaniyeke taybet de ji BasNewsê re got: “Di êrîşa vê dawiyê de ya çekdarên DAIŞê bo ser eniya başûrê Kerkûkê, 3 xortên Hewlêrê hatin kuştin.”
Li gor gotina Gerdî, ew her 3 kes xelkên Hewlêrê bûn “berî demekê tevlî çekdarên DAIŞê bibûn.”
Derbarê peywendiya wan her 3 xortan bi aliyên îslamî re Gerîd got: “Berî ku ew herine nav DAIŞê, hizra wan ya radîkal hebû û li mizgeftan mijûlê xwendina îslamî bûn, lê ne endamên partiên îslamî bûn.”
Li ser wan tohmetên ku ji aliyê melayekî îslamî ve derheqtê Asayişa Hewlêrê de hatibûne gotin ku, ji malbatên wan kesên tevlî DAIŞê bibûn gotibûn ku zarokên wan li cem asayişê ne, Rêveberê Asayişa Giştî ya Hewlêrê wiha got: “Êrîşa Kerkûkê û cihê kuştina wan çekdaran bersiveke baş e bo wan tohmrtan.”
Basnews
