Pêşmerge rêgiriyê li çekdarên Heşda Şeibî dikin
Berpirsekî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê aşkere kir ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman derkiriye ku, Hêzên Pêşmerge rê li hatina grûpên Heşdî Şeibî bo nava Kerkûkê bigrin.
Wî berpirsî ku nexwest navê wî aşkere bibe dibêje: “Ji bo wê armancê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tedbîrên pêwîst kirine û hebûna xwe di wî şerî de bihêztir kirine.”
Wê çavknaiyê got jî “Ferman derçûye bo xalên pişkinînê, daku rê li hatina Heşda Şeibî bigrin, herwiha hêzên wan ên nêzîkî xalên pişkirinînê hatine agahdarkirin ku, rûbirûbûna her hewlekê bibin ku, grûpên Heşda Şeibî bidin ji bo ku bi zorê bêne nava bajar.”
Ji aliyê xwe ve, Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser lîsta Ereban, Mihemed el-Ubeydî kêfxweşiya xwe derbarê birayara Barzanî derbirî û got: “Heşda Şeibî pêkhateyeke nefermî ye, kar ji bo qirkirina pêkhateyeke diyarkirî dike û tohmetbar bi encamdana komkujiyan li navçeyên Diyale, Enbarê û Selahedînê.”
Wî berpirsê Ereb, piştgirî li biryara Barzanî kir û got: “Erebên Kerkûkê bi hemû aweyan li dijî wê yekê ne ku, grûpên Heşda Şeibî bêne wî bajarî, çûnkî Pêşmergeyên Kurdistanê hemû pêkhateyan diparêzin û Heşda Şeibî bi encamdana komkujiyan tohmetbarin.”
El-Ubeydî diyar kir jî ku: “Grûpên Heşda Şeibî ji çekdarên DAIŞ`ê ne baştirin, ne maqule rê li çekdarên DAIŞ`ê bigrin, lê derî ji grûpên çekdar re vekin.”
Ji aliyê xwe ve, endama frakesyona Dewleta Yasa, Zeyneb Arif dilgiraniya xwe li hember biryara Barzanî derbirî û got: “Berovajî destûr û rêkeftinên siyasî ye.”
Zeyneb Arif da zanîn jî ku “Wan gefan red dikin ku, Barzanî li Heşda Şeibî xwarine û daxwaz dikin ku, rêkeftinên siyasî û destûrê Iraqê li ber çavan bigrin.”
Roja 30.01.2015`an çekdarên DAIŞ`ê êrîşeke berfireh bi ser Kerkûkê de kirin, grûpa Heşda Şeibî jî dixwaze wê êrîşê bike hincet daku bi sedan endamên xwe bîne nava wî bajarî, ew jî bi hinceta bergirîkirin li bajar.
Basnews
