Berhema rojane ya petrola Kurdistanê gehiştiye 800 hezar bermîl
Li gor raporteke Rêxistina Door a Znyariyên Petrolê li Kurdistanê, di meha Çile ya sala 2015an de, berhema rojane ya petrolê li Herêma Kurdistanê gehiştiye 845 hezar bermîl, ji wê rêjeyê 150 hezar bermîl ji bo karê navxweyî bikar hatiye û 695 hezar bermîl jî ji bo şandinê hatiye amadekirin.
Rêxistina Door di raporta xwe ya teyabt bi rewşa berhmanîn petrolê li Herêma Kurdistanê de belavkiriye, amaje dike ku niha Herêma Kurdistanê gihiştiye serxwebûnê di berhema palawgehan de, bi awayekî eger ji sedî 17 ji palawgehên Bexdayê neyê Herêma Kurdustanê jî, Kurdistanê dikare pêwîstiya xwe ya navxweyî ji sûtemeniyê peyda bike.
Door dide zanîn jî ku, rojane 185 hezar bermîl li palawgehên Herêma Kurdistanê tên berhem anîn, ji wê berhemî jî 9 milyon û 706 hezar û 950 lîtr Benzîn e. Lewma ew rêxistin pêşbînî dike ku nirzê Benzînê li Herêma Kurdistanê bibe 700 dînar.
Rêxistina navborî bi piştgirêdan bi zanyariyên ajansên enerjiyê yên cîhanî, aşkere dike ku “Eger krîza Ukrayna û pirsa program atomî yê Îranê neyên çareserkirin, dê nirxê her bermîlek petrol dakeve xwarî 20 dolarê amerîkî.”
Di vê derbarê de, li gor pêşbîniyên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî a Herêma Kurdistanê derbarê nirxê petrolê de, ku her bermîlek bi 83 dolaran diyar kiribû, di meha Çile de Herêma Kurdistanê 845 milyon û 500 hezar dolar zirar kiriye.
Basnews
