DAIŞê ‘xwe kuşt’ lê tenê pêşmergeyek birîndar bû!
Berpirsê Ragihandinê yê Liqa 14 a PDKê li Mûsilê, Seîd Memozînî ji Rûdawê re got, îro saet 5ê sibê çekdarên DAIŞê êrişî çeperên Pêşmerge li eniya Başîkê kirin.
Seîd Memozînî da zanîn, di wê êrişî de xwekujekî jî xwe teqand lê hêzên Pêşmerge bersiva wan dan û di encamê de 8 çekdar hatin kuştin.
Li gorî agahiyên Memozînî, şerê han saetekî dom kir û pêşmergeyek birîndar bû.
Îro li çend eniyên din jî çekdarên DAIŞê êrişî Pêşmerge kirin lê di hemû êrişan de ji aliyê Pêşmerge ve hatin şikandin û derbên giran xwarin.
Rudaw
