Serokwezîr Barzanî vê carê bi pêşniyarên nû diçe Bexdayê
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê roja yekşemê (16ê Sibatê) serdana Bexdayê bike û bi rayedarên iraqî re li ser çareserkirina arîşe û nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hevdîtin bike.
Li ser serdana Serokwezîr Barzanî, Endamê Lêjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Ehmed Hacî Reşîd ji Rûdawê re got, şanda Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya vê carê de dê bi pêşniyarên nû ji bona bicîhanîna rêkeftina Hewlêr û Bexdayê derkeve pêşberî rayedarên Iraqê.
Ehmed Hacî Reşîd da zanîn ku şanda Kurdistanê dê vê pêşniyarê ji Bexdayê re bike: Di heyama sê mehên yekem ên îsal de rojê 300 hezar bermîl, di heyama sê mehên din de rojê 400 hezar bermîl û di 6 mehên din ên salê de jî rojê 625 hezar bermîl petrol bişînin derve.
Lê li gorî wî parlamenterê kurd, hikûmeta Iraqê dê vê pêşniyara Herêma Kurdistanê qebûl neke çimkî Bexda pir muhtacî pere ye û tenê ji bo mûçe divê rojane 118 milyon dolar hebe, her wiha hikûmeta Iraqê heta niha 3 tirîlyon dînar (nêzîkî 2.5 milyar dolar) ji bona mûçe deyn kiriye.
Ehmed Hacî Reşîd diyar kir ku dema şanda Kurdistanê serdana Bexdayê bike parlamenterên kurd ên Iraqê jî dê wê rojê vegerin Başûrê Kurdistanê lewma nikarin ji nêzîk ve civîna Serokwezîr Barzanî û rayedarên Bexdayê bişopînin.
Rudaw
