• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge wek artêşeke modêrin tê amadekirin

Gulan Media February 11, 2015 Nûçe
Pêşmerge wek artêşeke modêrin tê amadekirin
Hevpeymaniya Navdeweltî di heftiye bê de proseya perwerdeya bikom a Pêşmerge destpê dike, Wezareta Pêşmerge jî dibêje ku mebest ji wê perwerdeyê, pêkanîna laşekî leşkerî hevşêweyê artêşên li cîhanê bo Hêzên Pêşmerge ye.

Wezareta Pêşemrge radighîne ku roja Duşema bê, 16.02.2015, dê perwerdekirina Hêzên Pêşmerge ji aliyê tîmên leşkerî yên hevpeymaniya navdewletî ve bi awayekî berfireh destpê bike, berpirsê ragihandina wezaretê jî aşkere dike ku heta niha Amerîka 60 parê çek û teqemeniya ji Pêşmergeyên Kurdistanê re şandiye.

Berpirsê Ragihdnin û Rewşenbiriyê li Wezareta Pêşmerge Helgurd Hikmet diyar kir ku, heta niha Amerîka 60 barê çek, teqemenî û alîkariyên leşkerî ji Herêma Kurdistanê re şandine.

Helgurd Hikmet di daxuyaniyekê de amaje bi wan alîkariyên amerîkî kir û got: “Ew alîkariyên ku pêşkêşî Pêşmerge kirine gelekî kêm in, nabe ku hêzeke wek Pêşmerge bi vî qasê çekan yên ku kêmtir ji pêwîstiya me bû, were çekdarkirin, ji ber ku ew barên ku gehiştin bi tevahî ne çek bûn, lê kelûpelên leşkerî di nav de hebûn, baştirîn çek jî ku ji aliyê hevpeymaniyê ve heta niha pêşkêşî me hatiye kirin rokêtên Mîlan yê li dijî Tankan bû.”

Derbarê perwerdekirina Hêzên Pêşmerge jî û amamdekirina wan ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve Helgurd Hikmet aşkere kir ku “Roja Duşem a bê, dê qonaxa perwerdeya bikom ya Hêzên Pêşmerge ji aliyê perwerdekarên hevpeymaniya navdewletî, yên ku ji bo wê mebestê gehiştine Herêma Kurdistanê, destpê bike.”

Hikmet amaje bi armanca wê prsoeya perwerdeya bikom kir û got: “Armanc ji wê perwerdeyê, pêkanîna laşekî leşkerî yê pêşkevtî ji Pêşmerge re ye, wek laşê artêşên li cîhanê hene, tevî perwerdeya li ser çawaniya beşdarîkirin di erkên şer de, şerê kolanan û bikar anîna çekên pêşkeftî.”

Navborî amaje bi şerê li dijî çekdarên rêxitsina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) kir û diyar kir ku, dê ew şer demeke dirêj berdewam bike “Em bi rêya van perwerdeyan dixwazin hêzên xwe ji hemû aliyan ve amamde bikin, ji bo heyama ku dê ev şer berdewam bike.”

Basnews
Top