Serok Barzanî û Hollande civiyan
Serokê Kurdistanê û Serokkomarê Franseyê civiyan.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Franseyê de îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li gel Serokkomarê Franseyê Francoise Hollande civiya.
Di civînê de çendîn pirsên girîng yên taybet bi rewşa Kurdistanê, deverê, şerê dijî terorîstên DIŞIê û herwiha peywendiyên navbera Kurdistan û Franseyê hatin nîqaşkirin.
Weke tê zanîn Serokê Kurdistanê piştî beşdarî kirin di konferansa cîhanî ya Munichê de dohê êwarê serdana Franseyê kiribû û ji aliyê wezîrê parastinê yê vê welatî ve hatibû pêşwazkirin.
