• Tuesday, 17 February 2026
logo

Goran: Barzanî dikare carek din xwe berbijar bike

Gulan Media February 10, 2015 Nûçe
Goran: Barzanî dikare carek din xwe berbijar bike
Parlementereke Tevgera Goranê dibêje ku, eger heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bidawî hat û destûr hê nehatibe pejiranidn, dê Goran daxwaz bike ku Serokê Herêma Kurdistanê rasterast ji aliyê Parlementoya Kurdistanê ve were helbijartin.

Cîgira Komîteya Yasayî li Parlamentoya Kurdistanê aşkere kir ku, ligel bidawî hatina bêhinvedana zivistanê ya Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêjên ji bo hemwarkirina projeya Destûrê Herêma Kurdistanê, destpê dikin.

Cîgira Komîteya Yasayî li Parlamentoya Kuridstanê ji frakesyona Goran, Behar Mehmûd ji BasNewsê re got: “Tevahiya frakesyonan li Parlamentoya Kurdistanê rêkeftin ku, bi rêya amadekirina projeyayasê re, gotûbêjan li ser awayê hemwarkirina projeya Destûrê Herêma Kurdistanê bikin û ew projeyasaye dê xwendina yekem bo were kirin.”

Behar Mehmûd diyar kir ku “Li gor naveroka wê projeyasayê, divê komîteyek di heyama 120 rojan de lêkolînê li ser projeya destûr bike, paşê tê amadekirin bo rapirsiyê ji bo ku welatî bi (Belê yan Na) deng bi Destûrê Herêma Kurdistanê bidin.”

Behar amaje bi wê yekê jî kir ku “Eger welatî bi piraniya dengan bi (Belê) deng dan destûrê, wê demê destûr bi pejirandî tê hejimartin.”

Derbarê dema destpêkirin bi gotûbêjan de ji bo hemwarkirina projeyasaya Destûrê Herêma Kurdistanê, Behar got: “Ligel bidawî hatina bêhinvedana Zivistanê ya Parlamentoya Kurdistanê, gotûbêjên ji bo hemwarkirina projeyasaye Destûrê Herêma Kurdistanê, destpêdikin.”

Derbarê dirêjkirina dema serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê de, Behar Mehmûd got: “Hewil tên dayîn ku, beriya dirustbûna valahiya yasayî, destûr were pejirandin, lê em ne amadene di bin ti guvaşekê de karekî ne yasayî bikin, bi xwe Serokî Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ligel wê yekê nîne ku, dema wî were dirêjkirin, eger heta wê demê Destûrê Herêma Kurdistanê nehatibû pejirandin, Tevgera Goran bi rêya projeyasayekê re hemwariya yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike, bi curekî ji parlametoyê Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin, li gor projeyasaya me jî, Barzanî dikare xwe helbijêre, lê ji Parlamento ve“.

Basnews
Top