Nûnerê serokê Îmaratê pêşwazî li şandeya Kurdistanê dike
Di dîdareke dostane de, her du aliyan kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftina têkeliyên navbera Kurdistan û Îmaratê nîşan da û tekîd li ser pêşxistina wan têkeliyan kir.
Şandeya herêma Kurdistanê behsa rewş û geşkirina herêma Kurdistanê di warên cuda de kir û got ku, herêma Kurdistanê dixwaze têkeliyên dostane digel welatên deverê û cîhanê hebin û herêma Kurdistanê dixwaze fêdey ji tecrûbeya pêşkeftiya Îmaratê û welatên cîhanê werbigire.
Cenga dijî terorîstên DAÎŞ û serkeftin û pêşdeşûnên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorîstan û azadkirina deverek berfireh ji bindestê terorîstên DAÎŞ, hevkariyên navdewletî bo piştgiriya pêşmerge hin mijarên din yên dîdarê bûn.
