• Tuesday, 17 February 2026
logo

“Amerîka bi helîkopterê çekan dide DAIŞê”

Gulan Media February 10, 2015 Nûçe
“Amerîka bi helîkopterê çekan dide DAIŞê”
Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê îdia kir ku Amerîka bi helîkopterê çek û cebilxanê dide çekdarên DAIŞê.

Serokê Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Hakim Zamilî di civîna îro ya parlamentoyê de îdia kir ku Amerîka û hêzên hevpeyman bi helîkopterê li parêzgeha Diyale û hinek cihên din yên Iraqê, çek û cebilxanê didin DAIŞê.

Li ser vê mijarê, endamê Lêjneya Asayiş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê, Şaxewan Ebdullah ji Rûdawê re got, ew daxuyaniya ku Zamilî xwend li gorî agahî û belgeyên ku ji aliyê saziyên sîxuriyê yên Iraqê û milîsên Heşdî Şeidî ve hatine bidestxistin, hatibû nivîsandin.

Şaxewan Ebdullah anî ziman ku tê gotin li deverên Zulûiye, Yesrib û Mel`eb ên girêdayî bajarê Romadî û hinek deverên Diyale çek û cebilxane ji çekdarên DAIŞê re hatine avêtin.

Ebdullah diyar kir ku wan ji ber vê yekê daxwaza daxuyaniyê ji cihên têkildar kirine.

Rudaw
Top