• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rojhilat.. Serokê Dadgeha Riwanserê bi guleyan hat kuştin

Gulan Media February 10, 2015 Nûçe
Rojhilat.. Serokê Dadgeha Riwanserê bi guleyan hat kuştin
Îro serê sibehê seat 8 Serokê Dadgeha bajarê Riwanser yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve, hat gulebarankirin û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, Serokê Dadgeha Riwanserê Selîm Qenberî di dema ku diçû ser karê xwe, li taxa Bilwar hat gulebarankirin û piştî ku rakirin nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Rêvebirê Emnî yê Hêza Întizamî ya Kirmaşanê, Şehriyar Heyderî di daxiyaniyekê de ragihand: “Yek ji êrişkeran ku çek pê re bûye, hatiye girtin û di bin lêkolînan de ye.”

Li gorî malperên xwecihî, kujer kesekî xelkê bajarê Riwanserê ye û berê bi tawanekê hatiye mehkûmkirin.

Selîm Qenberî 7 sal in ku serokê dadgeha bajarê Riwanserê ye.

Bajarê Riwanserê 55 kîlometran dikeve dûrî bajarê Kirmaşanê û ser bi wê parêzgehê ye û hejmara akinciyên wê 47 hezar kes in.

Rudaw
Top