Almanya serperiştiya perwerdekirina hêzên navxwe li Hewlêrê bike
Di civîneke rojnamevaniyê de, Obama sipasiya Merlel kir li ser pêşkêşkirina alîkariyan bo hêzên kurdî û got: “Pêngaveke girîng bû dema ku Almanyayê alîkariyên leşkerî pêşkêşî hêzên kurdî kir.”
Herwiha Obama eşkere kir ku, Almanya biryar daye ku serperiştiya perwerdeya navdewletî bo hêzên navxweya Iraqê li Hewlêrê, bike.
Serokê Amerîkayê tekez kir ku, ew ligel Merkel yek nêrîn bûn, bo jinavbirina DAIŞê ji ber ku rêxistineke beriberi ye.
Obama ragihand ku Amerîka berdewam dibe di sizayên li ser Rûsya heta ku Rûsya hêzên xwe ji Ukranya vekşîne.
Rudaw
