Tevaya bakurê Mûsilê di destê Pêşmerge de ye
Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bakurê bajarê Mûsilê kontrol kirine, di navbera Pêşmerge û DAIŞê de jî tenê ava Dicle heye, heta êrîşa li ser Mûsilê neyê destpêkirin, dê Pêşmerge li wê eniyê tenê di rewşa bergiriyê de bin.
Efserê li Artêşa Zêrevanî Kameran Hewramî taybet ji BasNewsê re ragihand ku “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistnê di wê êrîşa roja Îna borî de, tevaya eniya bakurê Mûsilê wek Wankê, Dêrik, Şermê, Saylo û Aska Mûsilê ji çekdarên DAIŞê paqij kirin.”
Kameran Hewramî diyar kir ku “Di wê êrîşê de ziyaneke mezin giha DAIŞê, heta wî aliyê ava Dicle, navçe ji çekdaran hatiye paqijkirin.”
Derbarê berdewamiya êrîşa Pêşmerge li wê eniyê Hewramî got: “Pêşmerge karîn li bakurê Mûsilê tevaya axa Kurdistanê ji çekdarên radîkla ên DAIŞê paqji bike, eger li wê eniyê jî êrîş bê kirin dê ji bo azadkirina Mûsilê be.”
Mûsilê ji aliyê hejmara şêniyan, duyem bajarê herî mezin ê Iraqê ye, di 9ê Hezîrana sala borî de çekdarên DAIŞê ew bajar girtin, amaje jî niha hene ku di nêzîk de wê hevpeymaniya navdewletî ligel hêzên iraqî, dibe ku Pêşmerge jî beşdar bin, êrîşa bejayî û ezmanî ji bo azadkirina Mûsilê destpêbikin.
Basnews
