Pentagon: Şêwirmendên me alîkariya Pêşmerge dikin
Pentagon di daxuyaniyekê de ragihand: “Li rojhilatê Mûsilê 3 pirên li ser ava Dîcle ku di destê DAIŞê de bûn ji aliyê Pêşmerge ve hatine kontrolkirin.”
Li gor heman daxuyaniya Pentagonê, rayedarên Amerîka dibêjin di hersê rojên borî de Hêzên Pêşmerge bi alîkariya balafirên hevpeymaniyê êrişên serkeftî pêk anîne û ziyanên mezin gihandine DAIŞê.
Herwiha hat gotin ku şêwirmendên Amerîka bi awayekî berdewam alîkariya Pêşmerge dikin û zaniyariyên îstixbaratî didin wan.
Pêntagon herwiha balê dikişîne ku ji ber wan zaniyariyên îstixbaratî, îmkanên Pêşmerge zêdetir bûne û di operasyonên li dijî DAIŞê de serkeftinên baştir bi dest dixin.
Wezareta Parastinê ya Amerîka behsa serkeftinên Hêzên Pêşmerge dike û dibêje: “Ew mînakeke din e ya şikestina DAIŞê û asta alîkarî û hemahengiya navbera êrişên asmanî û şêwirmend û hêzên bejayî.”
Rudaw
