• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Îmaratê civiyan

Gulan Media February 10, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û wezîrê derve yê Îmaratê civiyan
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê û şandeya pê re, roja 9ê vê mehê ji aliyê şêx Ebdula bin Zayîd al Nihyan wezîrê derve yê Îmaratê ve hatin pêşwazî kirin.

Di civînekê de her du aliyan behsa têkeliyên herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê digel Îmaratê kir û tekîd li ser pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de kir. Behsa kar û xabtên konsulxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê hat kirin û serokwezîr di axaftina xwe de rola konsul û konsulxaneya giştiya Îmaratê li Hewlêrê bilind nirxand.

Her du aliyan rewşa deverê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên cenga dijî terorîstên DAÎŞ gotûbêj kir û di vê çarçoveyê de her du aliyan tekîd li ser wê yekê kir ku, şerê dijî terorê bi tenê bi çekî nayê kirin, hevdem digel operasyonên leşkeî divê di warê hizrî jî de şerê terorê bê kirin.

Weke tê zanîn, şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Aşitî Hewramî wezîrê samanên xwezayî, Elî Sindî wezîrê pilandananê, Rêbaz Hemlan wezîrê êkonomî û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmeta pêk tê û bi vexwandineke fermî ji bona beşdarîkirin di civînên Lutkeya Hikûmetî de duhî gihiştibûn Îmaratê.


Top