Serokê Fransayê bi şandeke PYDê re civiya
Li gorî daxuyaniyeke Navenda Medyayî ya PYD, şanda Rojavayê Kurdistanê ji hevserokên PYDê Asya Ebdulah û Salih Mislim û fermandara YPJê Nesrîn Ebdulah pêk hatibû.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku şandeyê ligel Hollande di derbarê Kobanî û bi taybetî jî li ser çawaniya rûbirûbûna DAIŞê gotûbêj kirine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku pirsa koçberan û jinûve avakirina Kobanî jî bi Hollande re hate axaftin.
Hat ragihandin ku helwesta Hollande di vê hevdîtinê de erênî bûye û biryar e ku ew şanda Rojavayê kurdistanê serdana çend welatên din yên Ewropayê bike û hevdîtin û gotûbêjan pêk bîne.
Rudaw
