• Tuesday, 17 February 2026
logo

Başûrê Kerkûk.. DAIŞ hêz anî lê balafiran li wan dan

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Başûrê Kerkûk.. DAIŞ hêz anî lê balafiran li wan dan
Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navçeya Hewîceyê ya başûrê Kerkûkê li çeper û navendên DAIŞê didin.

Rêveberê Polîsên derdora Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ji Rûdawê re ragihand: “Ji vê sibehê ve balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li navçeya Hewîceyê ya başûrê Kerkûkê li çeper û navendên DAIŞê didin.”

Emîd Serhed Qadir wiha got: “Piştî ku rêxistina DAIŞê hêzeke mezin ji parêzgeha Selaheddînê û bajarê Bêcî anî navçeya hewîceyê, hêzên kurdî agahî dan balafiran, wan jî bi giranî dest bi bombebaranê kirin.”

Qadir wiha domand: “Di encama wan operasyonan de, çekdarên DAIŞê ziyaneke mezin dîtine, ku gellek çekdarên wan hatine kuştin û gellk otomobîl wan ên leşkerî hatine têkbirin.”

Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkê xwe ji êrişa li dijî çekdarên DAIŞê li başûrê Kerkûkê re amade dikin, ji ber ku bi gotina wan, ji bo dûrxistina destê DAIŞê ji navçeyê, divê navçeya Hewîce jî ji destê DAIŞê were derxistin.

Amadekariyên Hêzên Pêşmerge bo êrişeke berfireh li wê deverê, tirs xistiye dilê DAIŞê, lewma hêzên xwe tînin Hewîceyê dest bi teqandina pirên di navbera xwe û Hêzên Pêşmerge de.

Rudaw
Top