• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana 3 rojiya xwe berev Îmaratê dest pê kir

Gulan Media February 9, 2015 Nûçe
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî serdana 3 rojiya xwe berev Îmaratê dest pê kir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê êvariya duh roja yekşembiyê di çarçoweya geşteke fermî de bo Îmaratê gihîjtije mîrgeha (mîrnişîna) Dubay. Di evê serdanê de şandeke pile bilindê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi serokwezîr Barzanî re bû.

Di serdanê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî şandeke pile bilind jî bi xwe re biriye Îmaratê ku ji her yek ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Aştî Hewramî wezîrê wuze û jêderên sirûştî (xwezayî), Elî Sindî wezîrê pilandanînê, Rêbaz Hemlan wezîrê darayî û Sefîn Dizeyî peyvdarê fermiyê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk dihê.

Ev serdana serokwezîr Barzanî û şanda Kurdistanê li ser vexwandina fermiya dewleta Îmaratê ye û di evê serdanê de serokwezîrê Kurdistanê û şanda pê re dê beşdarî di kombûneka lûtke ya hikûmeta Îmaratê de bikin ku Ban Kî Moon sekreterê giştiyê Neteweyên yekgirtî û hejmarek pispor û berpirsên dezgehên cîhanî jî tê de beşdar dibin.

Ev kombûna lûtke ya hikûmî dê maweya 3 rojan berdewam be û tê de dê civîn, panêl û semînarên taybet sîstema kargêrî û hikûmetdarî û çawaniya pêşxistina wan bihên pêşkêşkirin.

Di evê serdanê de, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî dê ligel berpirsên pile bilindên dewleta Îmaretên Yekgirtiyên Erebî bicive . Serdana Nêçîrvan Barzanî û şanda Kurdistanî bo Îmaratê dê 3 rojan berdewam be.

Rudaw
Top